Fransayê 13 welatiyên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê wergirtin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Fransayê îro 16ê Îlonê, 10 zarok û sê jinên welatiyên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandine, ku temenê wan di navbera 18 û 34 saliyê de ne.
Dozgerê Giştî yê Neteweyî yê Dijeterorê eşkere kir, du jin li ser daxwaza dadwerê lêkolînê hatine girtin û got, "Jina din dê îro derkeve pêşberî dadwerê lêkolînê û dibe ku tawan li ser wê bê selimandin.”
Herwiha hatiye gotin, "Zarokên di bin temenê qanûnî de dê di çarçoveya rêkarên alîkariya perwerdehî de li jêr çavdêriya dozgerê giştî yê Dadgeha Dadweriyê ya Vêrsayê ya Çavdêrîkirinê werbigirin" û herwiha çavdêr dê ji bo zarokên biçûk bên dabînkirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê da zanîn, “Fransa ji bo hêsankirina vê pêvajoyê spasiya Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dike.”
Fransayê ji Tîrmeha 2023ê ve vegerandina malbatên Fransayî ji Sûriyeyê rawestand û ji sala 2019an ve hejmareke mezin a jin û zarokên Fransayî ji Sûriyeyê vegerandiye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sala 2022yan Fransa şermezar kir, ku nekarîbû malbatên cîhadî yên Fransayî ji Sûriyeyê vegerîne.
Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.




