Amerîkayê bang li Iraqê kir: Êrîşên ser Kurdistanê rawestanîn!

Amerîkayê bang li Iraqê kir: Êrîşên ser Kurdistanê rawestanîn!

PeyamaKurd- Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Iraqê kir ku komên çekdar ên ku van demên dawî êrîşên bi balafirên bêmirov (drone) li ser Herêma Kurdistanê pêk anîne, rawestîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên 14 û 15ê Tîrmehê yên li ser qadên petrolê yên Hurmela û Sêrsemkê "kiryarên nayên qebûlkirin in ku binesaziya girîng dikin armanc."

Amerîkayê ev êrîş şermezar kir û ji Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî xwest ku rê li ber van êrîşan bigire. Herwiha Balyozxaneyê ji Hikûmeta Iraqê xwest, lêkolînê li ser van êrişan bike û berpirsiyarên êrişan eşkere bike.

Hêjayî gotinê ye, Konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê bi daxuyaniyekê êrîşiên ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê şeremzar kiribû û nerazîbûna xwe nîşan dabû.

Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.