Wezîrê Îsraîlê: Wê Ehmed Şera bê tunekirin

Wezîrê Îsraîlê: Wê Ehmed Şera bê tunekirin

PeyamaKurd- Wezîrê Karûbarên Dîyasporaya Cihûyan ê Îsraîlê Amichai Chikli bi daxuyaniyeke tund banga "tunekirina" Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera kir û ew weke "terorîst û kujerekî hov" pênase kir. Chikli îro 15ê Tîrmehê piştî ketina hêzên artêşa Sûriyeyê û hêzên ewlehiyê bo bajarê Siweydayê û pevçûnên dijwar ên li dijî civaka Durzî ev daxuyanî da.

Wezîrê Îsraîlî di daxuyaniya xwe de Şera bi Hemasê da ber hev û got: "Heke Şera weke Hemasê xuya bike, weke Hemasê biaxive û weke Hemasê tevbigere, ew Hemas e."

Wezîrê Îsraîlî wiha pê de çû: "Divê em li hemberî rejîma terorê ya 'Îslamo-Nazî' ya endamên El-Qaîdeyê yên bi ‘cilûbergên modern’ destgirêdayî nemînin."

Chikli bi awayekî eşkere gef li serokê Sûriyeyê xwar û got: "Şera terorîst e û baştir e ku niha were tunekirin."

Amichai Chikli bûyerên li Siweydayê weke "komkujî" bi nav kir û got: "Em niha komkujî û sivikatiyên li dijî Durziyan dibînin û divê li dijî rejîma terorê ya li Sûriyeyê şer bê kirin."

Ev nivîs 133 car hatiye xwendin.