Li navça Bismilê 2 erebe li hev ketin: 4 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Bismilê li gundê Yukarı Balcılar ku navê gund yê Kurmancî nehat zanîn, 2 otomobîl li hev ketin û di encamê de 4 kes birîndar bûn. Ajotvanê bi navê İ.A. bi otomobîla xwe li ya Y.Ö. xist.
Tîmên tenduristiyê û cendirme çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




