Netanyahû 3 mercên bo lihevkirinê danîn ber Îranê

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku Îsraîl wê bi merc her cure lihevkirinê digel rêjîma Îranê re bike ku ew jî divê wan 3 mercên Îsraîlê erê û bicih bike.
Netanyahû got ku yekem merca Îsraîlê divê Îranê dest ji çêkirina moşekên xwedî menzîla zêdetirî 300 mîlan berde, merca duyem destbernana hemû bernameya meyandina Uraniyûmê û ya sêyem jî destberdana piştevanîya milîs û komên din ên terorîstî ye.
Herwiha Netanyahû ragihand ku heke ew yek ji aliyê Îranê ve neyê kirin, dibe em Îranê ji ji wan kiryaran dûr bigrin. Netanyahû diyar kir, ger Îran wan mercan bicih bîne ew dê derfetê bidin ku rewşa navxwe ya Îranê bi her aliyekê ve ku diçe, bi pêş ve here.
Li aliyê din Brîtanyayê jî hişyarî da Îranê ku heke dest ji bernameya nukleerî bernede, ew ê digel welatên din ên Ewropayê yên Almanya û Fransayê, mekanîzmeya ambargoyan li ser Îranê çalak bikin.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




