Fransa: “Em di navbera Kurdan û Şamê de navbeynkariyê dikin”

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bo Rûdawê ragihand ku Fransa û Amerîka bi hev re navbeynkariyê di navbera Kurd û Şamê de dikin. Barrot ji bo civîna wezîrên karên derve yên YEyê li Brukselê bo peyamnêrê Rûdawê got ku:
“Kurd di şerê li hemberê DEAŞê de sadiq û hevkarin. Armanca Fransayê li Sûriyê ev e ku temamê hemwelatiyan bibin xwediyê heman mafî. Em bi DYA re dixebitin ku diyaloga navbera Kurdan û Şamê dewam bike. Mijar tevliheve lê mecbûriyetekî esasiye. Kurd li hemberê DEAŞê di şer de yên baweriyê û hevkarên me ne.”
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.




