Ji Qeterê daxuyaniya agirbesta Xezeyê

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Macid el-Ensari di civîneke çapemeniyê de behsa danûstandinên agirbestê yên li Şerîda Xezeyê kir û diyar kir ku danûstandinên li ser "peymana çarçovê hêj didomin."
El-Ensarî got ku her du şand niha li Dohayê ne û navbeynkar hewlên xwe zêde dikin da ku lihevkirinek pêk were.
Rayedarê Qeterî destnîşan kir ku danûstandin "hêj di qonaxa yekem de ne. Ev qonax bi gihîştina lihevkirineke prensîbî ve girêdayî ye. Înşallah, piştî vê qonaxê dê danûstandinên din dest pê bikin."
Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.




