Erdogan: Wê Tirkiyeya bêteror mifteya herêma bêteror veke

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di peyama xwe ya bo salvegera 9emîn a Kotedaya leşkerî ya FETOyê ya 15ê Tîrmeha 2016an de, derbarê pêvajoya çekberdana PKKê de daxuyaniyên girîng dan.
Erdogan got: "Tirkiyeya bêteror, wê mifteya pêvajoya herêma bêteror veke. Wê avakirina Sedsala Tirkiyê bide lezandin. Wê di dinyaya pirserî de, Tirkiyeya me bibe seriyekî nû cihê heq dike bistîne.
Herwiha Erdogan diyar kir ku ew bawer dike gelê Tirkiyê heman wekî dijderketina darbeya 15ê Tîrmehê xwedî li pêvajoya xwerizgarkirina ji terorê jî derkeve.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




