Artêşa Îsraîlê 16 êrîş birin ser Hizbullaha Lubnanê

Artêşa Îsraîlê 16 êrîş birin ser Hizbullaha Lubnanê

PeyamaKurd- Ajansa Nûçeyan a Lubnanê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê 16 êrîş birine ser devera Bîqa ya Lubnanê.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir, "Artêşê li herêma Bîqayê êrîş li dijî Quwet El Ridwan a girêdayî Hizbullahê da destpêkirin."

Adraee got ku Hizbullahê ew baregehên hatine armanckirin ji bo perwerde, xebatên plankirin û pêkanîna planên terrorist bi kar dianî.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.