VİDEO- Hunermend Dilovan stran û klîpa ‘Yekbûn’ belav kir

VİDEO- Hunermend Dilovan stran û klîpa ‘Yekbûn’ belav kir

PeyamaKurd- Hunermendê Kurd Dilovan, straneke bi navê "Yekbûn" bi beşdariya hejmarek hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê belav kir.

Di strana ku ji helbesta Reşo Ayşan ji aliyê hunermend Dilovan ve hatiye amadekirin de, peyama yekîtî û yekrêziya navbera neweteya Kurd tê dayîn.

Di klîpa ku Hemîd Urmiyêyî jî derhêneriya wê kiriye de dîmenên ji deverên cuda û bedew ên Kurdistanê hatine bikaranîn.

Berhem li ser kanala taybet a hunermend Dilovan a YouTubeyê hate belavkirin.

Stranbêjen Kurd, Sefqan Orkêş, Dilovan, Jiyan Osman, Bengîn Agirî, Narîn Xan Cizîrî, Hemîd Urmiyêyî, Omer Gundî, Hêdî Cebar, Hekîmo û Zelal di dengkirina berhemê de cî girtine.

Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.