Berdevkê ENKSyê: Kurd li Sûriyeyê ne mêvan, lê şirîkên wekhev ên welat

Berdevkê ENKSyê: Kurd li Sûriyeyê ne mêvan, lê şirîkên wekhev ên welat

PeyamaKurd – Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), Feysel Yûsif, duh, roja Yekşemê di daxuyaniyekê de tekez kir ku Kurd pêkhateyeke resen û bingehîn a Sûriyeyê ne û divê di pêşeroja welat de wek "şirîkên wekhev" bên dîtin, ne wek "mêvanan".

Yûsif rexne li bikaranîna têgîna "birayên me yên Kurd" ji aliyê hin berpirsên Ereb û Sûrî ve girt û got ku ev gotin Kurdan wek welatiyên pileya duyem nîşan dide. Wî li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê nivîsî: "Biratiya rastîn tenê bi wekheviya di maf û berpirsiyariyan de pêkan e. Belê, em bira ne; lê biratiya heqîqî tê wateya şirîkatiyeke tam di ax, dîrok û paşerojê de."

Berdevkê ENKSyê amaje bi wê yekê kir ku daxuyaniyên weha yên bê kiryarên pratîkî, tenê "retorîkên vala" ne û rê li ber çareseriyeke cidî ya doza Kurdî digirin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Yûsif bang kir ku doza Kurdî bikeve navenda her projeyeke aştî û hevkariyê li Rojhilata Navîn. Wî ji hikûmetên herêmê xwest ku dev ji polîtîkayên zext û înkarê berdin û ji bo pêkanîna edalet, wekhevî û hevkariyeke niştimanî ya rastîn bixebitin.

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.