Li navça Bismilê du bira li hev xistin û 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navça Bismil a bi ser Amedê de li sîta sanayiyê 2 bira bi çekan li hev xistin û di li hev xistinê de çawîşekî pispor û xebatkarekî birîndar bûn. Piştî bûyerê birîndaran birin nexweşxanê.
Li gor agahiyan; di navbera her dû birayan de bi sedemekî nehat zanîn pevçûn derket. Di wê wextê de çawîşê pispor yê bi navê M.B. (34) û xebatkarê dikkanê yê bi navê M.E. (29), di wexta pevçûnê de ji ber li sîta sanayiyê bûn, bi guleyan birîndar bûn.
Dermankirina birîndaran li nexweşxanê dewam dike û lêpirsîna bûyerê jî dewam dike.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




