Dihok | Amerîka piştgiriya xwe ya ji bo Pêşmerge dubare dike
PeyamaKurd – Fermandar Pongpat Piluek ji Ofîsa Hevkariya Ewlehiyê (OSC) ya Amerîkayê ya li Dihokê, bi Fermandarê Lojîstîkê yê Dihokê, Lîwa Eyad re civiya û tekezî li ser berdewamiya hevkariya bi Hêzên Pêşmerge re kir.
Di civînê de hat ragihandin ku Amerîka di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, pabendî bipêşxistina şiyanên Hêzên Pêşmerge ye, bi armanca misogerkirina têkbirina mayînde ya paşmayên rêxistina DAIŞê.
Ji bo vê mebestê, tîmên Amerîkî li embarên lojîstîkî yên Dihokê, piştgirî û rahênanê pêşkêşî serbazên lojîstîkê yên Wezareta Karûbarên Pêşmerge û Lîwayên Parastina Herêmî dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştgiriya ji bo Hêzên Pêşmerge dê bibe bingehek ji bo misogerkirina Iraqeke aram û azad ji bo hemû welatiyên wê.
Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.