Hewlêrê ji bo mûçeyê Hezîranê bişînin 120 milyar dînar ji Bexdayê re şand

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku dahata nepetrolî ya Herêma Kurdistanê ya ji bo meha Hezîranê, li ser hesabê banka Wezareta Darayî ya Federal a Iraqê hate razandin.
Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê îro 28ê Tebaxê eşkere kir, dahata ne-petrolê ya Herêma Kurdistanê ya ji bo meha Hezîrana sala (2025) ku bi qasî 120 milyar dînar e, bi şêweyekî nextî li ser hesabê banka Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal li şaxê Hewlêrê yê Banka Navendî ya Iraqê hate razandin.
Piştî vê pêngavê tê çaverêkirin Wezareta Darayî ya Federal mûçeyê meha şeşan (Hezîran) a karmendên Herêma Kurdistanê bide.
Berpirsên Herêma Kurdistanê dibêjin, Wezareta Darayî ya Federal dema mûçeyê bişîne, ew ê rasterast dest bi dabeşkirina mûçeyan bikin.
Di civîna asayî ya Encûmena Wezîran a Iraqê de ku roja Sêşemê pêk hat, yek ji mijaran pirsa mûçeya meha Hezîranê ya karmendên Herêma Kurdistanê û destpêkirina proseya hinardekirina petrolê bû.
Wezîra Darayî ya Iraqê Tayf Samî hatibû erkdarkirin ku dest bi rêkarên dayîna mûçeya meha şeşan a karmendên Herêma Kurdistanê bike.
Tê çaverêkirin ku pereyên pêwîst ji bo dabeşkirina mûçeyan li ser hesabê banka Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê li şaxê Hewlêrê yê Banka Navendî ya Iraqê werin razandin.
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




