Salih Muslim: Em tenê ‘Nenavendiya Demokratîk’ dixwazin

Salih Muslim: Em tenê ‘Nenavendiya Demokratîk’ dixwazin

PeyamaKurd- Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li Silêmaniyê beşdarî konferansekê bû.

Muslîm got, ew ji bo dewleteke neteweyî kar nakin û bi ti şêwazê wan xwe bi federalîzm an rêveberiya xweser ve girê nedaye, lê belê ew daxwaza "nenavendiya demokratîk" dikin.

Salih Muslim îro 28ê Tebaxê di paneleke li Silêmaniyê de, cudahiyên di navbera federalîzma li Iraqê û modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman û got: "Cudahî ew e ku şêwazê li Iraqê çêbûye li ser bingeha dewleta neteweyî ye. Dema sînor destnîşan kirin û gotin ev navçeyeke federalî ye li Iraqê, ku Kurd li wir dimînin û ev maf dane wan. Lê belê em van mafan nas nakin û ne jî tenê kar ji bo neteweyê dikin. Em dibêjin neteweya demokrat." 

Li ser xebatên wan ên ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê jî Salih Muslim got: "Dema me kar ji bo çareserkirina Sûriyeyê kir, me xwe bi ti şêwazê ve girêneda, ne federalî yan otnomî, lê belê me kar li ser rêxistina rêzan kir, li ser bingeha neteweya demokratîk ku Sûriyeyî, Ereb, Kurd û Suryan bi hev re bin."

Salih Muslim da zanîn, wan xwe bi şêwazeke diyar ve girênedane û got: "Tenê me gotiye em nenavendiya demokratîk dixwazim." 

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.