Wêranşar | Cenazeyê dengbêja Kurdî, Eda Mehdo bi axê hat spartin

Wêranşar | Cenazeyê dengbêja Kurdî, Eda Mehdo bi axê hat spartin

PeyamaKurd – Dengbêja navdar a Kurdî a Êzidî, Eda Mehdoya ku li Almanyayê ji ber pirsgirêkan têkildarî pîritiyê koça dawî kiribû, li gundê wê yê li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi merasîmekê hat veşartin. Eda Mehdo bi stran û rêûresmên dînê Êzidîtiyê bi axê hat spartin.

Cenazeyê dengbêj Eda Mehdo, piştî ku ji Almanyayê anîn welat, li gundê Burcê yê Wêranşarê ji aliyê gelek kesan ve hate pêşwazîkirin. Hat ragihandin ku ji bilî zarok û merivên wê, gelek welatiyên jî tev li spartina wê ya axê bûn.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.