Îsraîl: Me li gundewarê Şamê amûrên sîxurtiyê yên Tirk tune kirin

Îsraîl: Me li gundewarê Şamê amûrên sîxurtiyê yên Tirk tune kirin

PeyamaKurd- Rayedarekî ewlekariyê yê Îsraîlî ji kanala Al-Hadath re axivî û ragihand, "Me li gundewarê Şamê, amûrên Tirkiyê yên sîxurtiyê ku hatibûn bicihkirin dîtin û bêbandor kirin. Ev alavên veşartî û pir xeternak bûn."

Rayedarê Îsraîlî daye zanîn, ev operasyon ji bo ewlehiya Îsraîlê pir girîng bû û hişyarî da rejîma Sûriyeyê ku sebra wan neceribînin û sînorên wan ên operasyonel derbas nekin.

Rayedarê Îsraîlî herwiha destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide nêzîkî Îsraîlê bibe û got, ev amûrên tirkî zêdetirî 10 sal in li hin deverên Sûriyeyê hatibûn bicihkirin.

Herwiha rayedarê Îsraîlî deshilata Şamê hişyar kir ku bi agir nelîze û serî li ber fermanên Tirkiyeyê netewîne.

Li aliyê din, çavkaniyên Tirkiyê jî li ser van gotinên rayedarê Îsraîlî dibêjin, piştî ku sîstemên wan yên veşartî hatine eşkerekirin, ji bo ev yek neyê dîtin ango pêşîya endezyariya berovajîkirî bê girtin, Îsraîl ew amûr bi dizî rakirine.

Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.