Barrack ji Lubnaniyan lêborîn xwest

PeyamaKurd- Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack, ji bo gotina "heywanî" ya ku li Beyrûtê ji rojnamevanan re bikar anîbû, lêborîn xwest.
Barrack got, "Dema rojnamevan karê xwe dikirin, ev gotin nebaş bû. Divê ez di demên wiha de baldatir û hinekî jî bêhnfirehtir bûma."
Barrack diyar kir, mebesta wî ne heqaret bûye û tenê xwestiye ku bêje "gelo em dikarin hinekî aram bin, hinekî asayî bin" bû.
Barrack piştî civîna ligel Serokomarê Lubnanê Joseph Ewn di civîna çapemeniyê de gotibû, "Heger ev kar bibe kaotîk û heywanî, em ê nebin medenî û bêhnfireh."
Gotinên Barrack di medyaya civakî de bûbûn sedema nerazîbûneke mezin û wekî "nîjadperestî" hatibûn binavkirin. Rojnamevan Hala Jaber, nerazîbûna xwe anîbû ziman û gotibû, "Ev ne tenê bêedebî ye, nîjadperestî ye. Hûn vî welatî bi rêve nabin û nikarin heqaretê li gelê wê bikin."
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




