Rejîma Îranê li girtîgeha Qizilhesarê girtiyekî Kurd bi dar ve kir

Rejîma Îranê li girtîgeha Qizilhesarê girtiyekî Kurd bi dar ve kir

PeyamaKurd – Rayedarên dadwerî yên rejîma Îranê li Girtîgeha Qizilhesarê ya li Kerecê, girtiyekî Kurd ê bi navê Husên Biyabanî, ku bi tometa "bazirganiya bi madeyên hişbir" cezayê îdamê lê hatibû birrîn, bi dar ve kirin.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê sepandina cezayê Husên Biyabaniyê ku xelkê bajarê Hersînê yê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê bû, duh, serê sibeha 27ê Tebaxa 2025an pêk hat.

Heman çavkaniyê diyar kir ku Biyabanî berî çend salan bi heman tohmetan hatibû girtin û ji aliyê dadgehê ve cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.

Hat zanîn ku çend roj beriya bidarvekirinê, ew ji bo amadekariyan di hucreya yekkesî de dihat girtin.

Ev nivîs 136 car hatiye xwendin.