Îran: Divê em xwe ji şer re amade bikin

Îran: Divê em xwe ji şer re amade bikin

PeyamaKurd- Serokê Komîteya Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayî got ku divê ew xwe ji bo şer amade bikin.

Rezayî da xuyakirin, nabe bi ti awayî ji navxweya welêt peyamên lawaz ji derve re bên şandin û li ser danûstandinên şandeya Îranê ya ligel Fransa, Brîtanya û Almanyayê (E3) yên li bajarê Cenevreyê ragihand, yek ji mijarên sereke yên gotûbêjên di navbera her du aliyan de nirxandina îhtimala dirêjkirin an bidawîkirina biryarnameya 2231ê a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bûye ku ew jî taybet e bi rakirina sizayên navneteweyî yên li ser Îranê.

Îbrahîm Rezayî got, “Gumana me ji sê welatên Ewropayê heye, ji ber ku roleke wan a baş û erênî nebûye. Wekî nimûne pabendî sozên xwe yên di çarçoveya peymana atomî de nebûne ku yek ji wan jî rakirina dorpêçên li ser Îranê bû.”

Li ser îhtimala êrîşeke din a Îsraîlê bi ser Îranê de jî got, “Ti tişt ne diyar e, tiştê ku ez dikarim bibêjim ew e ku divê em ji bo şer amade bin. Eger em xwe ji bo şer amade bikin, dijmin newêre êrîşî me bike û şikir ji Xwedê re hêzên me yên çekdar di amadebaşiya tam de ne."

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.