DYA: "Tiştê ku li dijî Êzîdiyan hat kirin trajediyek bû"

PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya DYAyê Tammy Bruce diyar kir ku kiryarên rêxistina terorîst a DAIŞê li dijî Êzîdiyan trajediyek bû.
Berdevk Tammy Bruce di 5ê Tebaxa 2025an de di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Bruce di bersiva pirsek li ser Xezzeyê de got, "Trump plan dike ku şerê Xezzeyê bi dawî bike û alîkariya mirovî ji bo herêmê zêde bike. Em dixwazin ku ev plan di zûtirîn demê de were bicîhanîn."
Bruce bersiva pirsek li ser Heşda Şeibî wiha da:
"Pêşnûmeya derbarê Heşdî Şeibî de armanc dike ku komên ku li ser navê Îranê dixebitin li Iraqê saz bike. Ji ber vê yekê, pejirandina vê pêşnûmeyê wê saziyên yasayî yên Iraqê bixe xeterê."
Tammy Bruce tekez kir ku kiryarên rêxistina terorîst a DAIŞê li dijî Êzîdiyan trajediyek bû û got, "Serok Trump ji bo tunekirina tevahî ya DAIŞê pabend e."





