Heleb | Êrîşî xaleke kontrolê ya Asayîşa Rojava hate kirin: 2 endam birîndar bûn

PeyamaKurd – Îro, 16ê Cotmeha 2025an, hêzên ser bi hikûmeta Şamê ve êrîşî xaleke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Rojavayê Kurdistanê li xaçerêya Şîhanê ya li bajarê Helebê kirin. Di encama êrîşê de, du endamên Asayîşê bi giranî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, êrîş rasterast li ser xala kontrolê ya Asayîşê pêk hatiye. Her du endamên ku di êrîşê de birîndar bûne, demildest ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyeke li herêmê hatin veguhestin.
Hat ragihandin ku xala ku bûye armanca êrîşê, xaleke hevbeş a di navbera Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û hêzên hikûmeta demkî de bûye. Piştî bûyerê, li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û rewş aloz e.
Ev êrîş di demekê de tê ku di hefteyên borî de jî li taxên Kurdan ên Helebê, wek Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, di navbera hêzên Asayîşê û komên ser bi Şamê ve alozî derketibûn.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




