Hûsiyên Yemenê kuştina sererkanê xwe ragihand

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Sererkanê Hûsiyên Yemenê ku Îran piştgiriya wan dike, Mihemed Abdulkerîm el-Xemarî, hate kuştin.
Hûsiyan bi daxuyaniyekê piştrast kir ku Sererkan Mihemed Abdulkerîm el-Xemarî "di dema erka xwe de" hatiye kuştin.
Derbarê mirina El-Xemarî de ti hûrgulî nehatin dayîn lê hate gotin ku şerê bi Îsraîlê re bi dawî nebûye û Îsraîl dê "ji ber tawanên xwe were cezakirin."
Li aliyê din Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Israel Katz jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Hûsiyan ragihand ku Sererkanê ku di êrîşa yekemîn de li Yemenê ku beşeke mezin ji serkirdayetiya Hûsî bêbandor kiribû, ji ber birînên xwe miriye. Me ji bo ji holê rakirina gefan, li dijî Hûsiyan gavên berfireh avêtin û em ê ji niha û pê ve jî li hember her cure gefan heman tiştî bikin."
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




