Hakan Fidan bi hemkarê xwe yê DYAyê bi Marco Rubio re axifî

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan bi hemkarê xwe yê DYAyê bi Marco Rubio re di rêya telefonê de axifî. Mijara axaftina her dû wezîran li ser Xezzayê, pêşdeçûnên li Sûriyê, bernama nuklerî ya Îranê û şerê navbera Rûsya-Ûkraynayê bûn.
Li gor ragihandina rayedarê wezareta Tirkiyê, ji bo Xezzayê; li ser dewama agibesê û desteka alîkariya mirovî pêngavên karibin bavêjin axifîne an ku li ser peymana Şarm el-Şêxê û birêvebirina peymanê axifîne.
Li ser mijarên din çi axifîne, behsa hûrgiliya wan nehat kirin bi taybetî li ser mijara Sûriyê.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




