SOHR: Li Sûriyê 30 kes li ser bingehên mezhebî hatin kuştin

SOHR: Li Sûriyê 30 kes li ser bingehên mezhebî hatin kuştin

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di vê mehê de bi dehan kes di nav de zarok û jin hene li Sûriyê, li ser binghên mezhebî hatine kuştin. 

SOHRê eşkere kir, di vê mehê de, 30 kes ku zarokeke û jinek di nav wan de hene, li deverên hikûmetê, li ser kîn û bingehên mezhebî hatine kuştin. 

Li gorî SOHRê, rêjeya herî bilind li herdu parêzgehên Hema û Hims û Helebê ye.

Herwiha SOHRê da zanîn, bûyerên kuştina li ser bingeha tayifî (mezhebî) li Sûriyê di çend mehên borî de ranewestiyane û bi dehan kes di encamê de hatine kuştin.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.