Herêma Kurdistanê lîsta mehaneyan şand Bexdayê

PeyamaKurd – Encumena wezîran di bin serpereştiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi tevlîbûna cîgirê wî Qubad Talabanî civiya û hinek biryaran dan.
Yek ji biryaran amadekirina lîsta xebatkarên Kurdistanê bû ku lîstê şandine Bexdayê. Bi mehaneyan re blaçoyê jî şandin û ji Bexdayê xwestin ku mehaneyan bişînin.
Encumen her weha biryarê da ku petrola heye ya di destê Kurdistanê de bişînin ji şîrketa SOMOyê ya Bexdayê re.
Petrola ku niha li Kurdistanê tê hilberandin û miqdarê ku Bexda li gor peymana navbera her dû hukumetan dixwaze, ji ber êrîşên ser sehayên petrolê yên Kurdistanê têra ew miqdarê nake.
Di civînê de wezîrê darayî û aboriyê yê Kurdistanê Awat Şêx Cenab, dahata giştî ji hev veqetand û raporekî zelal ji bo bişînin Bexdayê, pêşkêşî encumena wezîran kir. Wezîr Cenab got:
“Lîsta mehaneyên meha Hezîranê û blançoya wê me şand wezareta darayî ya federal. Li hemberê vê şandinê, şandina mehaneyên xebatkarên Kurdistanê wezîfa wezareta darayî ya Iraqê ye.”
Di civînê de li ser mesela petrolê wekîlê wezîrê çavkaniyên xwezayî yê Kurdistanê Kemal Muhammed Salih got:
“Niha petrola ku ji aliyê şîrketên biyanî de tê hilberîn û ya bo îxracatê amade ye, bi armanca di ser xeta Ceyhanê de bişînin, biryar dane da teslîmî şîrketa bazarkirinê ya dewletê ya Iraqê (SOMO) bikin.”
Encumena wezîran di dawiya daxwuyaniya xwe de got ku Herêmna Kurdistanê li ser soza xwe ya peymana ye û dewam kir:
“Weka çawa hukumeta federal li herêmên din yên Iraqê mehaneyan daye memûran, divê mehaneyên Hezîranê û di peyde yên Temmûzê bide xebatkaran.”
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




