Konsolxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê, êrîşên li dijî zeviyên petrolê şermezar kir

Konsolxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê, êrîşên li dijî zeviyên petrolê şermezar kir

PeyamaKurd – Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê êrîşên 14 û 15ê Tîrmehê yên li dijî zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Bi daxuyaniyekê Konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê diyar kir ku an êrîşan serweriya Iraqê binpê kiriye û hewldanên ji bo kişandina veberhênana biyanî asteng kiriye.

Konsolxaneya Amerîkayê wiha got:

“Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êrîşên dawî yên bi dronên bêpîlot li ser Iraqê, bi taybetî yên li zeviyên petrolê yên Xurmal û Sersingê li Herêma Kurdistanê, bi tundî şermezar dike.”

Her weha ji hikûmeta Iraqê xwest ku desthilata xwe binkar bîne da ku pêşî li êrîşên bi vî rengî bigire û lêpirsîneke berfireh bide destpêkirin ji bo destnîşankirina sûcdaran. 

Banga xwe ya bo Iraqê weha anî zimên:

“Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku kesên berpirsiyar eşkere bike û wan ceza bike. Êrîş serweriya Iraqê lawaz dikin û zirarê didin pêşkeftina aborî ya welêt.”

Şeva borî, 2 dronên bombebarkirî zeviya petrolê ya Xurmalê li Hewlêrê kirin hedef. Îro sibehê jî teqînek li zeviya petrolê ya Sersingê li Amêdiya Dihokê çêbû, ku sedema wê hîn ne diyar e. Piştî êrîşan, hilberîna petrolê li van herêman hate rawestandin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ev êrîşan wekî "terorîstî" bi nav kir û diyar kir ku binesaziya aborî ya herêmê bûye hedef.

 

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.