Leyla Zana: Awayê nû yê têkoşînê berpirsiyariyên nû dide ser milê me

PeyamaKurd - Siyasetmedar Leyla Zana, piştî ku PKKê lidarxistina Kongreya xwe ya 12emîn a xwefesihkirinê ragihand, peyamek belav kir.
Leya Zana, li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê got, “Serdema nû, hêviyên nû, awayê nû yê têkoşînê berpirsiyariyên nû li ser milê me hemûyan bar dike.
Divê em bi vê zanebûn û hestyarî nêzîkî siberojên demokratîk, wekhev, dadperwer û azad bibin.
Di bin ronahiya van hest û ramanan de, ez hêvîdar im ku ev ji bo erdnîgariya me bi xêr be.”
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.




