Fidan: "4 an 5 sal berê jehrê (arsenik û civa) dan min û xwestin min bikujin"

Fidan: "4 an 5 sal berê jehrê (arsenik û civa) dan min û xwestin min bikujin"

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan ragihand ku 4 an 5 sal berê bi arsenik û civayê jehrê danê, xwestine wî bikujin û cara yekeme ku behsa mijarê kir.

Fidan got ku jehrdana wî ketiye wexta ku FETÖ û rêxistinên din ên sûc ew kiribûn hedefa xwe pêkhatiye. Lê cara ewiliye ku Hakan Fidan behsa jehrdana xwe dike. Piştî jehrdanê demekî tedawiya xwe dike. Di dema jehrdanê de her weha di hedefa hinek rêxistinên arganîze yên sûc de bûye û hem di wê wextê de serokê MİTê bû ye. Li ser pirsa ku kî jehrê dayê got:

“Ne tenê li welat lê li her derê dijmin hene. Di nav welat û navdewletî de dijminahiyên cûr bi cûr hene. Piştî jehrdanê di tehlîlên min de arsenik û civa derket, di tenduristiya min de gelek pirsgirêk derketin û min derman kirin.

Berê min vê bûyerê negot lê ez bawerim niha raste ku ez dibêjim. Bi laşê xwe ez ketim ber kuştinê, jehrê dan û min tedawiya xwe kir. Lê wekî karakter jî sûîkastan dikin û daîma dibe û esas ev perçeyekî ji şer e.”

Hakan Fidan di bernama televîzyonê de her weha behsa kongra PKKê kir ku di 5-7ê Gulanê de kirin û got ku hêj encama kongrê bi raya giştî re ranegihandine û dibe ku hinek din jî bisekinin heya ragihandin bibe.

Dema Fidan behsa jehrdanê û sûîkasta xwe dike û hem mijara PKKê di rojevê de ye, gelo balê dişkîne ser qeza Pervin Buldan û gumana jehrdana Sırrı Süreyya Önder?

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.