Li Duhokê 27 gund xistin karantînaya Taya Xwînberbûnê

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li parêzgeha Duhokê, piştî belavbûna nexweşiya Tayê Xwînberbûnê û mirina kesekî ji ber heman nexweşiyê, tedbîrên tund hatin wergirtin.
Rêveberiya Veterîneriyê ya Duhokê ragihand, 27 gundên qezaya Sêmêlê ji bo maweya 45 rojan ketine karantînayê.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku çend haletên bi guman ên nexweşiyê hatin tomarkirin û zilamekî goştfiroş ku xelkê komelgeha Domîzê bû û li bazara ajalan a gundê "Dolbê" kar dikir, canê xwe ji dest da.
Ji ber van tedbîran, Bazara Ajalan a navçeyê ku rojane bi sedan kes diçûn û dihatin, niha bi temamî hatiye girtin û vala bûye. Herwiha li van gundan kirîn, firotin û veguhestina ajalan û berhemên wan bi her awayî hatiye qedexekirin.
Rêveberê Pişka Tenduristiya Ajalan li Rêveberiya Vêterîneriyê ya Duhokê Adil Enwer ji K24 re gotiye: "Me 27 gund xistine karantînayê. Çûnûhatina ajalan li wan gundan qedexe ye. Armanca me ew e ku nexweşî zêdetir belav nebe û em rewşê kontrol bikin."
Li gorî amarên fermî, îsal li parêzgeha Duhokê 4 haletên nexweşiya Tayê Xwînberbûnê hatine tomarkirin û ji wan 2 kesan can dane. Beriya niha jî li qezayên Akrê û Berdereşê du haletên din hatibûn tomarkirin û bûbû sedem ku ew navçe jî bikevin karantînayê.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê jî bang li welatiyan kir ku pabendî rênimayiyên tenduristiyê bin.
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.




