HSDê raporên pevçûnên li gundewarê Helebê red kirin

HSDê raporên pevçûnên li gundewarê Helebê red kirin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îdiayên pevçûnên di navbera hêzên wan û komên girêdayî hikûmeta Şamê de li gundê Til Maiz, rojhilatê Helebê, red kirin.

Tê gotin ku li gundê Til Maiz, rojhilatê Helebê, di navbera HSD û komên girêdayî hikûmeta Şamê de pevçûn çêbûye.

Navenda Çapemeniyê ya HSDê derbarê îdiayan de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îdiayên ku li gundê Til Maiz, rojhilatê Helebê, di navbera hêzên HSD û komên girêdayî hikûmeta Şamê de pevçûn çêbûne, derew in. Hêzên me di rojên dawî de tu êrîş pêk neanîne û beşdarî tu pevçûnan nebûne."

Di daxuyaniyê de ev jî hebûn:

"Ev îdia bê bingeh in. Rewşa herêmê ji nakokiyên di navbera komên girêdayî hikûmeta Şamê de derdikeve. Ev rewş di medyayê de hatiye zêdekirin û tahrîfkirin û wekî ku pevçûn bi hêzên me re çêbûye hatiye pêşkêşkirin."

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.