Rejîma Îranê cezayê giran ê girtîgehê li 3 Kurdan birî

PeyamaKurd – Li gorî rapora ku Saziya Mafên Mirovan a Hengawê belav kiriye, Yasir Şerîfiyan, Reşîd Feqîzade û Umîd Îbrahîmî bi giştî bi 10 sal zîndan hatine mehkûm kirin.
Ev ceza li ser bingeha çend tometên cuda hatine dayîn: Umîd Îbrahîmî bi îdiayên wekî "kar li dijî ewlehiya dewletê" û "endamtiya partiyeke siyasî" 5 sal cezayê herî giran wergirt. Yasir Şerîfiyan jî bi tometên mîna "propaganda" û "endamtiya partiyeke siyasî" 4 sal ceza lê hate birîn. Reşîd Feqîzade ji ber tometa "teşwîqkirina xelkê" salek ceza wergirt.
Hat ragihandin ku ev her sê Kurdistanêî di bihara 2025an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di malên xwe de hatibûn destgîrkirin. Piştî demekê, ew bi danîna barimteyekr pir giran, bi awayekî demkî hatibûn berdan heta ku dadgeh biryara xwe bide.
Hengawê amaje pê kir ku ev kes berê jî ji ber çalakiyên xwe yên siyasî û medenî rastî zextên dewletê hatibûn.
Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.




