Bi fermana Mesrûr Barzanî bi sedan mezûnên dibistanên bijîşkî ketin ser kar

Bi fermana Mesrûr Barzanî bi sedan mezûnên dibistanên bijîşkî ketin ser kar

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî fermanek derbarê karmendgirtina 775 mezûnên dibistanên bijîşkî de îmze kir.

Roja Duşemê, 1ê Îlonê, Serokwezîr Barzanî fermana derbarê karmendgirtina mezûnên dibistanên bijîşkî yên ji zanîngehên Herêma Kurdistanê îmze kir.

Li gorî daxuyaniyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 775 xwendekarên ku ji dibistanên bijîşkî yên zanîngehên Kurdistan, Zaxo, Duhok, Germiyan, Hewler, Silêmanî û Koye mezûn dibin wê ji vê biryarê sûd werbigirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev biryar ji ber hewcedariya bi xizmetên bijîşkî li saziyên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê hat dayîn."

Kabîneya Nehem ji dema damezrandina xwe ve pêşxistina sektora tenduristiyê daye pêş.

Tevî krîzê, rewşa aborî ya dijwar û sînorkirinên ku ji hêla hikûmeta federal ve li ser alîkariya tenduristiyê hatine ferzkirin, dabînkirina derman û pêdiviyên bijîşkî û xurtkirina binesaziya tenduristiyê bû pêşîniya Kabîneya Nehem.

Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.