Mesrûr Barzanî û Nûnerê Holandayê li ser bihêzkirina têkiliyên aborî û siyasî civiyan

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, îro Duşemê pêşwazî li Nûnerê Balyozxaneya Holandayê yê li Brîtanyayê, Christoph Prommerschberger, û şandeya pê re kir.
Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Holandayê li Hewlêrê jî tê de amade bû, tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên dualî û gotûbêjkirina rewşa herêmê hate kirin. Di destpêka hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştgiriya Holandayê kir, bi taybetî di warê geşepêdana sektora çandiniyê de û alîkariya wê ji bo planên hikûmetê yên ji bo pirrengkirina çavkaniyên aboriyê.
Ji aliyê xwe ve, Christoph Prommerschberger pesnê bipêşketin, aramî û çanda pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê da. Wî amadebûna welatê xwe ji bo bihêzkirina têkiliyan anî ziman û mizgînî da ku di paşerojeke nêzîk de şandeke bazirganî ya Holandî dê ji bo veberhênanê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Mijarên siyasî yên navxweyî jî beşek ji rojeva civînê bûn. Herdu alî li ser pêngavên avakirina kabîneya nû ya hikûmetê û giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûrê sekinîn, da ku mafên darayî û destûrî yên gelê Kurdistanê werin misogerkirin.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




