Japonya bi 5,5 milyon dolaran beşdarî projeyeke Sûriyê dibe

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku wê Japonya bi 5,5 milyon dolaran beşdarî projeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo başkirina şert û mercên jiyanê yên li Sûriyeyê bibe.
Ajansa Kyodoyê ragihandiye ku Wezareta Karên Derve ya Japonyayê eşkere kiriye, di navbera hikûmetê û Bernameya Niştecihbûna Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UN-Habitat) de derbarê Sûriyeyê projeyek hatiye îmzekirin.
Di daxuyaniya Wezaretê de hatiye gotin, armanca projeyê ew e ku li parêzgehên Hums û Helebê ji bo başkirina şert û mercên jiyanê xebatên binesaziyê bên kirin.
Hate diyarkirin ku Japonya wê bi 5,5 milyon dolarî piştgiriyê bide vê projeyê.
UN-Habitatê jî eşkere kir, hem şerê navxweyî û hem jî erdhejên 6ê Sibata 2023yan zirareke mezin daye binesaziya Heleb û Humsê û bi vê projeyê armanc piştgirîya herêmê ye.
Ev nivîs 131 car hatiye xwendin.




