Li Kampa Holê 2 emîrên DAIŞê hatin girtin

Li Kampa Holê 2 emîrên DAIŞê hatin girtin

PeyamaKurd- Navenda Ragihandinê Yekîneyên HSDê ragihand ku di operasyoneke hevpar a ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî de, 2 berpirsên rêxistina terorîst DAIŞê li kampa Holê ya Hesekê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Tîmên Operasyonên Leşkerî yên HSDê di dîroka 28ê Tîrmehê de bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî li kampa Holê operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê pêk anî. Di operasyonê de 2 serçeteyên DAIŞê hatin girtin. Ev her du kes ji karên ewlehiyê yên DAIŞê yên di nava kampa Holê de berpirsyar bûn.”

Di berdewamê de hate gotin: “Her du serçeteyan di dema borî de li Iraq û Sûriyeyê wek emîrên DAIŞê kar kiriye û di êrişên terorîstî de cih girtine. Her du çeteyan di nava kampa Holê de jî hewl dida nîzama ewehiyê ya DAIŞê pêk bînin û ji bo vê xebat dimeşandin.”

Hate diyarkirin ku wê têkoşîna li dijî tereorîzmê dewam bike û wiha hate gotin: “Ev operasyon piştrast dike ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê hewldanên xwe bidomîne, ji bo têkbirina şaneyên DAIŞê û pêşîlêgirtina terorîzmê li herêmên me.”

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.