Mesrûr Barzanî hemû mesrefên malbateke bi nexweşiya penceşêrê da ser xwe

Mesrûr Barzanî hemû mesrefên malbateke bi nexweşiya penceşêrê da ser xwe

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hemû mesrefên dermankirina malbateke Êzidî ya bi nexweşiya penceşêrê dikişîne da ser xwe.

Berdevka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexil roja Yekşemê 24ê Tebaxê diyar kir ku Serokwezîr Barzani hemû mesrefên dermankirina malbateke Êzidî ya bi nexweşiya penceşêrê dikişîne da ser xwe.

Viyan Dexil ragihand ku tîmeke bijîşkî bi fermana Serokwezîr Barzanî ji bo şopandina tenduristiya malbatê hatiye erkdarkirin.

Viyan Dexil hêviya xwe ji bo başbûneke bilez ji bo malbatê anî ziman û ji bo alîkariya ku wî li ser navê malbat û Êzidiyan daye spasiya Mesrûr Barzanî kir.

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.