Îran operasyon kir ser Ceyş ul-edl: 6 mîlîtan hatin kuştin

Îran operasyon kir ser Ceyş ul-edl: 6 mîlîtan hatin kuştin

PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Sîstan û Belûcistanê hêzên Îranê êrîşê birin ser rêxistina Ceyş’l- Edl û di encamê de 6 çekdarên rêxistinê hatin kuştin.

Televizyona dewletê ya Îranê ragihandiye ku kesên çekdar biyanîne û 2 mîlîtanên wan jî bi saxî xistine dest. Her weha di operasyonê de çekan jî xistiye dest. Ji aliyê Îranê jî 2 mirovên îstîxbarata Îranê û polîsekî birîndar bûn e.

Li gor Îranê; ew kesên çekdar yên Belûcî plan kirine ku bavêjin ser bajarekî û ji sînorê Rojhilatê Îranê ketine nav Îranê. Îran dibêje ku li ser wan çekdaran roketavêjên lazerkî, tivingên makîneyî yên M4 û M16, gelek bombe, êlekên bi teqemenî û techîzatên wan hebûne.

Belûcistan di navbera Îran, Pakistan û Afganistanê de 3 perçeye û rêxistinên Belûciyan ji bo dewleta xwe ya serbixwe ava bikin têdikoşin. Rêxistinên Belûc gelek caran li Îran û Pakistanê tevgerên çekdarî dikin.

Heya niha Belûcî di mijarê de ti agahî belav nekirine û agahiyên li jor tenê yên dewleta Îranê ne.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.