Li bajarê Wanê cesedê xortekî 16 salî li baxçeyekî hat dîtin

Li bajarê Wanê cesedê xortekî 16 salî li baxçeyekî hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça İpekyolu li taxa Bahçivanê di parkekî de xelkê dît ku xortekî 16 salî yê bi navê M.A. bê hereket razaye. Xeberê didin tîmên tenduristiyê û di kontrolê de dibînin ku xort jiyana xwe ji dest daye.

Ji bo otopsiyê cenazê xortî dibin morga Tib a Edlî ya bajêr.

Tîmên asayîşê li ciyê bûyerê lêkolîn û lêpirsîna xwe dewam dikin.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.