Şandên Hewlêr û Bexdayê dicivin: Mijar petrol, mûçe û dahat in

PeyamaKurd- Hate ragihiandin ku îro 24ê Tebaxê şandeke payebilind a Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina çend pirsên girîng gihiştiye Bexdayê û wê demek nêzîk de yekem civîna xwe bi Wezareta Darayî ya Iraqê re lidar bixe.
Hate zanîn ku Wezîrê Samanên Siruştî û hejmarek rêveberên ji Dîwana Çavdêriya Darayî û wezaretê, bi armanca yekalîkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de serdana Bexdayê kirin.
Heta niha du mijarên serekî hene ku hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta federal a Iraqê li ser li hev nekirine ku wiha ne:
1. Dahatên Federal: Hikumeta Iraqê daxwaza %50ê dahatên wan wezaretên Herêmê dike ku dikevin çarçoveya dahatên federal.
2. Bac û Xerc (Resûmat): Hîn jî lihevkirinek derbarê vê mijarê de nehatiye kirin.
Mijara din a girîn di danûstandinên Hewlêr-Bexdayê de hinardekirina petrolê ye. Sedema sereke ya ji nû ve destpênekirina hinartina nefta Herêma Kurdistanê, nerazîbûna sê kompanyayên Amerîkî yên hilberînerên neftê li hemberî mercên Wezareta Neftê ya Iraqê ye. Tevî vê yekê, jêderekî ji Wezareta Neftê tekez kir ku "lihevkirin li ser hinartina neftê di demeke nêz de ye."
Di heman demê de, hatiye zanîn ku Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê zextê li herdu hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê dike ku bi kompanyayên neftê re bigihîjin lihevkirineke sêalî.
Amerîka dixwaze, garantî ji bo dayîna mafên darayî yên kompaniyan bê dayîn da ku prosesa hinartinê bi lez dest pê bike. Her wiha hat ragihandin ku karûbarên teknîkî li bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bi dawî bûne û Enqere jî razîbûna xwe nîşan daye.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




