Durziyan li Siwêdayê ‘Artêşa Niştimanî’ ava kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku piştî êrîşên ser Siwêdayê bi qasî 30 komên Durzî gihane hev û hêzeke nû bi navê El-Heres El-Wetenî ava kirin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, hejmarek ji komên çekdar ên xwecihî li Siwêdayê, di bin navê El-Hers El- Wetenî ango Zêrevanên Niştîmanî de gihan hev û yekîtiya xwe ragihandin.
Di civîna li Bingeha Serokatiya Rûhî ya Durziyan a li Qenewat a Siwêdayê de, 30 grubên çekdar ên xwecihî li Siwêdayê hêza bi navê El-Hers El- Wetenî ragihandin.
Wan koman, bi daxuyaniyekê û amadebûna şêx Hikmet El-Hicrî hêza nû ragihand û tekezî kir ku ew ê pabendî hemû biryar û rênameyên Şêx Hikmet El-Hicerî, ku nûnertiya Durziyan dike, bibin.
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




