DYA: Me operasyonên xwe yên li Iraq û Sûriyê yên li hemberê IŞİDê fireh kir

DYA: Me operasyonên xwe yên li Iraq û Sûriyê yên li hemberê IŞİDê fireh kir

PeyamaKurd – Nûnera DYAyê ya li Neteweyên Yekgirtî (UN) Dorothy Shea di daxwuyaniya xwe de got ku  Amerîka bi îstîxbarat û agahiyên operasyonel li hemberê teorê bi hevkarên xwe re xebatên xwe dewam dike. Shea got ku ji bo xwurtkirina ewelehiya dinyayê û berlêgirtina fikrên terorê yên li seranserê dinyayê wê xebatên wan dewam bikin û xebatan fireh kirine.

Bi rêvebiriya Donald Trump, DYA di asta dinyayê de operasyonên xwe zêde kirine û avahiyên bingehîn yên DEAŞê û El Kaideyê, lîderên wan û tora aboriya wan xistine hedefa xwe. Shea got:

“Çendekî berê li Somaliyê, Iraqê û Sûriyê planên tevgerên DEAŞê yên terorî me ber li wan girt, van pêngavan nîşan didin ku em çawa bi biryarin ku rêxistinên terorî ji ortê rakin û ewlehiya di asta dinyayê de sererast bikin.”

Li aliyê dinê balyozxana DYAyê ya Bexdayê jî di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de parvekir ku bi hevkarên xwe re wê operasyonên li hemberê terorê dewam bikin.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.