Parêzgarê Duhokê ji bo xelk vegere gundên xwe ji PKKê xwest ji bajêr derkeve

Parêzgarê Duhokê ji bo xelk vegere gundên xwe ji PKKê xwest ji bajêr derkeve

PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Elî Teter ragihand, ji ber şer û pevçûnên çekdarî yên di navbera PKKê û artêşa Tirkiyeyê de, ji sê yekê gundên ser bi parêzgeha Duhokê wêran  û vala bûne.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter îro 15ê Gulanê di civîneke rojnamevanî de got: "Ji ber şer û pevçûnên çekdarî yên di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de li Herêma Kurdistanê, parêzgeha Duhokê zirara herî mezin dîtiye." 

Teter diyar kir, nêzîkî %30 ji gundên parêzgehê hatine wêrankirin û bi temamî vala bûne. Sedema sereke ya nevegeriyana xelkê bo deverên xwe jî polîtîkayên PKKê ne.

Parêzgarê Duhokê da zanîn, welatiyên wan gundan zêdetirî 38 sal in ku ji ber berdewamiya aloziyên ewlehiyê û hebûna çekdaran, venegeriyane deverên xwe.

Elî Teter daxwaz ji çekdarên PKKê kir ku ew gund û çiyayên ku tê de bicih bûne, vala bikin da ku xelk bikaribe vegere ser mal û halê xwe û dest bi jiyana xwe ya asayî bike.

Parêzgarê Duhokê piştgiriya rêveberiya parêzgeha xwe ji bo hewlên aştiyê yên di navbera Enqere û PKKê de tekez kir û daxwaza temamkirina proseya aştiyê kir, ji bo dabînkirina aramiya navçeyê û vegerandina jiyana asayî ji bo gundên sînorî.

Teter got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji niha ve dest bi cîbicîkirina hin projeyên avedankirinê li deverên ziyan dîtine kiriye, di nav de qîrkirina rêya Geliyê Balinde ya ku ber bi deverên Nêrwe û Rêkan ve diçe, ji bilî temamkirina wan projeyên li deverên din ên wekî gundên ku dikevin binara Çiyayê Gare û Çiyayê Metîn."

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.