Nêçîrvan Barzanî: Êrîşên li ser binesaziya enerjiyê gefê li aboriya Iraqê dixwin

Nêçîrvan Barzanî: Êrîşên li ser binesaziya enerjiyê gefê li aboriya Iraqê dixwin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşên li ser binesaziya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê wekî "gef û zirareke ji bo tevahiya aboriya Iraqê" bi nav kir û daxwaz kir ku pêşî li van êrîşan were girtin.

Nêçîrvan Barzanî ev yek di hevdîtinekê de ya bi Nûnerê Taybet ê Brîtanyayê yê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Edward Algrin û şandeya leşkerî-dîplomatîk a pê re li Hewlêrê diyar kir.

Di civînê de ku fermandarên Pêşmerge jî beşdar bûn, rewşa ewlehiyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr-Bexda û metirsiyên DAIŞê hatin nîqaşkirin.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku DAIŞ hîn jî gefeke cidî ye li ser aştî û aramiya Iraq û Sûriyeyê. Her weha, mijarên wekî sîstema federal a Iraqê, têkiliyên bi welatên cîran re, rewşa Sûriyeyê, mafên Kurdan û pêşketinên dawî yên pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin.

Edward Algrin, ji aliyê xwe ve, pabendbûna Brîtanyayê ya ji bo bipêşxistina têkiliyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û piştgiriya ji bo aramiya herêmê dubare kir.

 

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.