Parlamentoya Iraqê parêzgehbûna Helebceyê pejirand

PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê îro 14ê Nîsana 2025an, bi praniya dengan, projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê pejirand û Helebce bû parêzgeha 19emîn a Iraqê ya bi ser Herêma Kurdistanê ve. Berê Helebçe wek navçeyek di bin îdareya parêzgeha Silêmaniyê de, di nav herêma Kurdistana Iraqê de bû. Ev biryar piştî gelek hewldan û daxwazên rêveberiya Herêma Kurdistanê hat standin.
'Li Serok Barzanî pîroz be'
Piştî biryarê Endamê parlementoya Iraqê Şiwan Kalarî got: Parlamentoya Iraqê projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê pejirand. Helebce mîna hemû 18 parêzgehên din, dê ji hemû mafên ku hikûmeta Iraqê li hember parêzgehan dide, sûd werbigire. Ez parêzgehbûna Helebceyê li Serok Barzanî pîroz dikim, ji ber ku ew yekem kes bû ku pêşniyar kir ku Helebce bibe parêzgeh, da ku xizmeta xelkê Helebceyê bike. Herwiha ez pîrozbahiyê li malbatên şehîdan û xelkê Helebceyê dikim."
Helebçe bi komkujiya sala 1988an tê nasîn. Rejîma Beas a Sedam Husên êrîşa kîmyawî li ser bajarê Helebce pêk anîbû û di encamê de bi hezaran sivîl hatibûn kuştin. Ev bûyer di dîroka Kurdistana Iraqê de cihekî taybet digire û bû sembola êş û zilma li ser gelê kurd.
Şandeyên Kurd li Parlamentoya Iraqê biryara îro wek "gaveke dîrokî" bi nav dikin û dibêjin, ev gava han dê alîkariya pêşveçûna aborî û civakî ya vê herêmê bike. Herwiha, parêzgehbûna Helebceyê wek naskirina taybetmendiya dîrokî ya vî bajarê şehîd tê pênasekirin.
Tê payîn ku di demên pêş de saziyên îdarî yên parêzgehê bên avakirin û dest bi karê xwe bikin. Civîna yekem a konseya parêzgehê dê di demên pêş de bê lidarxistin.
Di derbarê Helebçeyê de:
Helebce dikeve bakurê rojhilatê Iraqê, nêzî sînorê Îranê ye. Bajar ji ber êrîşa kîmyayî ya sala 1988an a rejîma Sedam Husên li seranserê cîhanê tê nasîn. Bajar îro bûye cihê bibîranîna şehîdên êrîşa kîmyayî û gelek saziyên navneteweyî li vir serdanan pêk tînin.
Bi parêzgehbûna Helebceyê re, hêvî heye ku veberhênanên nû li herêmê bên kirin û geşedana aborî pêk were.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




