Rejîma Îranê 3 girtiyên siyasî yên Kurd sirgûn kir

PeyamaKurd – Rejîma Îranê 3 girtiyên siyasî yên Kurd, Nasir Rizayî, Wehîd Çawiran, û Mihemedhusên Hasilî, ku di tevgera Jin, Jiyan, Azadî de hatibûn girtin, ji girtîgeha Îlamê ya li Rojhilatê Kurdistanê sirgûnî girtîgehên Kirman, Zahidan, û Meşhedê kir.
Li gorî Saziya Mafê Mirov a Hengawê, ev sirgûn, roja 4ê Gulana 2025an pêk hatin.
Hat ragihandin ku van her 3 girtiyên Kurd ji ber çalakiyên xwe 12 sal cezayê girtîgehê wergirtiye.
Nasir Rizayî û Wehîd Çawiran, aktîvîstine sivîl, çiyager û mamosteyên paraşûtê ne û ji Avdananê, û Mihemedhusên Hasilî, xelkê Serab Baxê Avdananê, di 8ê Çileya 2024an de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Îlamê ya rejîmê ve bi tohmeta “kombûn û lihevkirin li dijî asayişa neteweyî” hatine cezakirin.
Hengawê bi bîr xist ku wan di 4ê Îlona 2023yan de, ji bo protestokirina zextên derûnî û fîzîkî dest bi gireva birçîbûnê kiriye. Mihemedhusên Hasilî di 26ê Tîrmeha 2023yan de di êrîşeke hêzên ewlehiyê de, Wehîd Çawiran di 23yê Hezîrana 2023yan de bi tundî, û Nasir Rizayî di 13ê Tebaxa 2023yan de piştî gazîkirina dadgeha Dêluranê hatine girtin. Rizayî berê di 22ê Gulana 2023yan de jî hatiye girtin û bi barimteyê hatiye berdan.





