Mesrûr Barzanî serdana projeya herî mezin a ava Hewlêrê kir: Ji sedî 75 temam bûye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana projeya hawarhatina bilez a gihandina avê ji bo bajarê Hewlêrê kir û destxweşî li kompaniya û endazyaran û tevaya karmendên wê kir.
Mesrûr Barzanî îro Sêşemê serdana projeya hawarhatinê ya bilez a gehandina avê ji bo bajarê Hewlêrê kir, ku meha Îlonê ya par berê binyatî jê re hatibû danîn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, serperişt û endazyarên wê projeyê kurtiyek li ser pêngavên bicihanîn û temamkirina projeya xwe pêşkêş kir, ku avê ji Zêyê Mezin digihîne nav bajarê Hewlêrê û heta niha zêdetirî 75% ya wê projeyê temam bûye.
Hate diyarkirin, ew proje li ser astê Iraqê yek ji mezintirîn projeyên avê ye û pirsgirêka kêmaviyê li bajarê Hewlêrê ji bo gelek salan çareser dike û kalîtiya wê avê jî gelek paqij û bijîn û li asteke bilind e. Biryar e ew proje îsal berî dîroka xwe ya diyarkirî bê temamkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destxweşî li kompaniya bicihanînê û serperişt û endazyaran û tevaya karmendan kir, ku bi awayekî pîşeyî û di çarçoveya rênimayan de li ser wê projeyê kar dikin, ji bo ku di paşerojeke nêzîk de bikeve ber xizmeta welatiyên bajarê Hewlêrê.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




