Şera ji NYT re axivî: Em bi Tirkiye û Rûsya re ketine pêvajoya girêdana peymanên nû

PeyamaKurd - Serokê Qnaxa Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed eş-Şera, ji rojnameya The New York Times (NYT) re li paytexta Şamê hevpeyvînek da. Eş-Şera got: "Li Sûriyeyê hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê heye, hebûna leşkerî ya Rûsyayê jî heye. Me peymamên berê yên di navbera Sûriyeyê û welatên din de betal kirin û em di pêvajoya pêşxistina peymanên nû de ne."
Şera diyar kir ku her kaoseke li Sûriyeyê dê ne tenê zirarê bide welatên cîran, lê belê dê zirarê bide hemû cîhanê jî. Şera anî zimên ku hikûmeta wî hem bi Tirkiyeyê re hem jî bi Rûsyayê re, ku hevalbendeke girîng a Beşar Esed bû dema li ser desthilatê bû, peymanên nû gotûbêj dike.
Derbarê derfetên ku di pêşerojê de piştgiriya leşkerî ji herdu welatan wergire de, eş-Şera got: "Hilweşandina rejîmê û rewşa nû ya Sûriyeyê, rê li ber têkiliyên ewlehiyê yên nû vekiriye. Ji ber vê yekê, welatên herêmî yan jî gelek welatên Ewropayê ji istîqrara Sûriyeyê sûdê dibînin."
Şera behsa bingehên leşkerî kir û got ku divê her heyîna leşkerî li gorî çarçoveya qanûnî ya Sûriyeyê be û her peymana nû divê serxwebûn, ewlehî û istîqrara Sûriyeyê garantî bike û divê ti welatek ji ser axa Sûriyeyê neteweyên din tehdîd neke.
Şera herwiha li Amerîkayê kir ku ambargoyên li ser welatê wî rake û got: "Ambargo wek bersiva tawanên rejîma berê ya li dijî gel hatibûn sepandin."
Wî herwiha soz da ku ew ê nehêle axa Sûriyeyê ji bo tehdîdkirina ti welatên biyanî bê bikaranîn û got, pêwîstî bi demê heye ji bo avakirina artêşeke jêhatî ya Sûriyeyê.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




