Serok Barzanî pêşwazî li Nûnerê NY yê Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li Nûnerê NY yê Iraqê kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro 30yê Tîrmehê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) yê Iraqê Dr. Mihemed El Hesan kir û rewşa siyasî û guhertinên dawî yên ligel wî gotûbêj kir.

Piştî civînê hate ragihandin, di hevdîtinê de baldarî li ser pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraq a Federal û çareserkirina pirsgirêkên navbera herdu aliyan bû û ji bo derbaskirina pirsgirêk û astengiyan behsa hemahengî û karên hevbeş ên aliyan hate kirin.

Di hevdîtina Serok Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY de, rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li herêmê bi giştî hatin axaftin.

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.