Serok Mesûd Barzanî: Leyla Qasim sembola qehremanî û azadîxwaziyê ye

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna 51emîn salvegera şehîdkirina Leyla Qasim û hevalên wê, li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got:
“Leyla Qasim mînakeke zindî ya qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya gelê Kurd e. Ew li hemberî zordaran rawestiya, jiyana xwe feda kir û şehîd bû, lê tu carî bindestî qebûl nekir.”
Serok Barzanî herwiha tekez kir:
“Di vê salvegerê de, em bi hezaran silav ji bo ruhê pak ê Leyla Qasim, hevalên wê û hemû şehîdên rêya azadiyê dişînin, ku bi xwîna xwe riya azadiyê ronî kirine.”
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.





